Ilhamî Işik: Demajoya nû ya muzakireyên Kurdan û Tirkan destpê bûye û didome
Rojnamevanê nêzîkî hikûmeta Tirkîyê Ilhamî Işik di nivîsarekê de amajeyî demajoya nû ya muzakireyên aştîyê kir û ragihand: Demajoya nû ya muzakireyên Kurdan û Tirkan destpê bûye û didome.
Ligorî rapora Rojnama Duvarê, Rojnamevanê nêzîkî hikûmeta Tirkîyê Ilhamî Işik di nivîsarekê de amajeyî destpêbûna demajoya nû ya muzakireyên aştîyê kir û nivîsî: Demajoya gotûbêja hikûmetê û Ocalan destpê bûye. Herçend ku nameya Ocalan a di 18`ê Hezîranê de ku sîyaseteke partîya serdest (AKP) jibo hilbijartinan bû û sîya xwe dabe vê demajoyê jî, di esasê de ez ser vê bawerê me ku ew demajoya yê bidome.
Wî herwiha got: Pêşbînîya min ew e ku ew demajoya nû di 1`ê Îlona îsal de bi çekdanîna PKK`ê bi dawî bibe. Pêgirîya Ocalan ser wê yekê ku ``em ser helwestên xwe yên sala 2013`ê ne`` di wergêra wê ya bi zimanê tirkî da divê wiha bê xwendin ku em ê bi awayekî teqil desta ji çeka berdin.
Işik herwiha amajeyî peyama Ocalan bo Kurdên Sûrîyê jî kir û got: Pêgirîya Ocalan ser wê yekê ku bila Kurdên Sûrîyê hestyarîyên Tirkîyê berçav bigirin, wiha xûya dike ku demajoyeke nû girtîye ber xwe û didome.