Enqerê ji ber hevpeyvîna Waşîngton Postê digel Hevserokê PKK`ê rexne kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305913-enqerê_ji_ber_hevpeyvîna_waşîngton_postê_digel_hevserokê_pkk_ê_rexne_kir
Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê hevpeyvîna Rojnama Waşîngton Post a Amerîkayê digel Hevserokê Konseya Rêvebir a PKK`ê şermezar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 04, 2019 14:35 Asia/Tehran
  • Enqerê ji ber hevpeyvîna Waşîngton Postê digel Hevserokê PKK`ê rexne kir

Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê hevpeyvîna Rojnama Waşîngton Post a Amerîkayê digel Hevserokê Konseya Rêvebir a PKK`ê şermezar kir.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Anadoluyê, Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê îro di daxûyanîyekê da ragihand: Rojnama Waşîngton Postê vê dawîyê digel fermandarekî pillebilind ê PKK hevpeyvîn kirîye û jibo lawazkirina Enqerê propaganda wê partîyê kirîye.

Ligorî daxûyanîya Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê, weşandina wê hevpeyvînê binpêkirina ciddî ya isûlên ku ji hêla civaka navnetewî va hatine qebûlkirinê ye.

Rojnama Waşîngton Postê vê dawîyê digel Hevserokê Konseya Rêvebir a PKK`ê Cemîl Bayîk hevpeyvînek kiribû.