Civîna ewlehîya sînorî ya Îran û Tirkîyê li Parêzgeha Hekarîyê
Parêzgarîya Hekarîyê di daxûyanîyekê da ragihand ku civîna ewlehîya sînorî di navbera Îran û Tirkîyê li devera sînorî ya Esendereyê li Parêzgeha Hekarîyê da hat lidarxistinê.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Anadoluyê, Parêzgarîya Hekarîyê di daxûyanîyekê da ragihand ku civîna ewlehîya sînorî di navbera Îran û Tirkîyê li devera sînorî ya Esendereyê li Parêzgeha Hekarîyê da hat lidarxistinê.
Di daxûyanîya Parêzgarîya Hekarîyê da hatîye: Civîna ewlehîya sînorî ya Îran-Tirkîyê bi amadebûna Parêzgarê Hekarîyê Idrîs Akbey û Fermandeyê Hêzên Sînorparêz ên Ûrmîyê Serheng Elî Elîpûr hat lidarxistinê û her du alîyan têda pirsgirêkên ticareta ser sînor û pêşnîyarên jibo nehîştina wan pirsgirêkan hilkolandin.
Di dawîya wê civînê de liyêkgiheştinameyek di navbera her du alîyan de hat wajokirinê û biryar û encamên civînê bi awayekî nivîskî raber her du alîyan hatin kirinê.