Ekrem Imamoglu: Heke derfet pêk bê, ez ê herim seredana Demirtaş
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305887-ekrem_imamoglu_heke_derfet_pêk_bê_ez_ê_herim_seredana_demirtaş
Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu ligel berpirsên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civiya û spasiya Selahattin Demirtaş kir û ragihand: “Ez jî weke welatiyekî wê pirsê dikim, ji bo çi Demîrtaş girtî ye? Ez jî dixwazim wê yekê fêm bikim.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 04, 2019 03:53 Asia/Tehran
  • Ekrem Imamoglu: Heke derfet pêk bê, ez ê herim seredana Demirtaş

Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu ligel berpirsên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civiya û spasiya Selahattin Demirtaş kir û ragihand: “Ez jî weke welatiyekî wê pirsê dikim, ji bo çi Demîrtaş girtî ye? Ez jî dixwazim wê yekê fêm bikim.”

Ekrem Îmamoglu duh serdana Baregeha HDP`ê ya Şaxa Stenbolê kir û ligel berpirsên HDP`ê civîneke girtî encam da.

Piştre di konferanseke rojnamevanî de pesnê rol û piştgiriya Selahattin Demirtaş kir û got ku baregeha HDP`ê yekem cih bû ku serdana wê dike û piştre dê serdana Partiya Seadet û ÎYÎ Partî bike.

Ekrem Îmamoglu diyar kir: “Berî hilbijartinên 23 Hezîranê, min helwest û nerîna xwe derbarê Birêz Selahattin Demirtaş de ragihandibû, herwiha min sipasiya helwesta wî û piştevaniya wî kiribû. Ew helwesta wî li cem me cihê rêzê ye û em bilind dinirxînin.”

Îmamoglu ser girtîbûna Demirtaş got: “Ez jî weke welatiyekî wê pirsê dikim, ji bo çi Demirtaş girtî ye? Ez jî dixwazim wê yekê fêm bikim. Girtina Demirtaş ne di wîjdanê de ne di hiqûqê de û ne jî di dadperwerîyê de cî digire. Heke imkan pêk were, ez ê li zîndanê herim hevdîtina wî. Ji ber vê yekê ez piştevaniya wan girtiyan dikim ku ji ber zihniyeta dadgehê û bêyî ku ti tawanek encam dabin hatine girtin.”

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu got: “Ez baş dizanim çend kesan li girtîgehan jiyana xwe jidest dane, û çiqas malbat rastî karesatan bûne. Ew binpêkirinên ku ji aliyê dadgehê têne encamdan qebûl nakin û divê bi hemû awayî ev rewş were çareserkirin.”