Rawêjkarîya Pûtîn û Erdogan jibo lidarxistinacivîna têkildarî Sûrîyê bi amadebûna Îranê
Tîrmeh 02, 2019 11:12 Asia/Tehran
Berdevkê Kremlînê basa rawêjkarîya Serokomarên Ûrsêt û Tirkîyê jibo lidarxistina civîna sêalî derbarê Sûrîyê de bi amadebûna Îranê kir.
Ligorî rapora Rojnama Huriyetê, Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov got: Serokomarê Ûrsêtê Vladmîr Pûtîn û Serokomarê Tirkîyê Receb teyîb Erdogan bilî ku li rex civîna G20`ê li Oskaya Japonê civîyan, duh jî gotûbêj kirin.
Ligorî gotina Peskov mijara sereke ya gotûbêja nû ya Erdogan û Pûtîn civîna sêalî ya digel Îranê derbarê Sûrîyê da bûye ku biryar e bi zûtirkê were lidarxistinê.