Serokê MHP`ê: Tirkîyê hewcetî bi partîyeke nû ya sîyasî tineye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305829-serokê_mhp_ê_tirkîyê_hewcetî_bi_partîyeke_nû_ya_sîyasî_tineye
Serokê Partîya Hereketa Netewî (MHP) Dewlet Baxçelî amajeyî gotinên vê dawîyê yên Serokwezîrê berê yê Tirkîyê Ehmed Dawûdoglu ku pêgirî kiribû ``idî ne dema bêdengbûnê ye``, dîyar kir: Tirkîye ne hewcedarê partîyeke nû ya sîyasî ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 02, 2019 11:07 Asia/Tehran
  • Serokê MHP`ê: Tirkîyê hewcetî bi partîyeke nû ya sîyasî tineye

Serokê Partîya Hereketa Netewî (MHP) Dewlet Baxçelî amajeyî gotinên vê dawîyê yên Serokwezîrê berê yê Tirkîyê Ehmed Dawûdoglu ku pêgirî kiribû ``idî ne dema bêdengbûnê ye``, dîyar kir: Tirkîye ne hewcedarê partîyeke nû ya sîyasî ye.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Haber7`ê, Serokê Partîya Hereketa Netewî (MHP) Dewlet Baxçelî amajeyî gotinên vê dawîyê yên Serokwezîrê berê yê Tirkîyê Ehmed Dawûdoglu kir û got: Gotinên wî û eva ku pêgirîyê ser sîyaseteke nû dike, gellekî watedar e.

Baxçelî herwiha got: Meseleya mayîna netewî roja îro ji duh girîngtir û pirrengtir bûhe. Tu hilbijartineke pêşwext tineye, dosîya hilbijartinan heta sala 2023`yê girêdayî ye. Tirkîye yê bi awayekî serkevtî ji qonaxên dijwar derbas bibe.