Azadkirina welatiyên Tirkiyê yên li Lîbiyayê hatibûn girtin
Welatiyên Tirkiyê ku li nav axa Lîbiyayê hatibûne girtinê, hatin berdan.
Li gor rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, 6 welatiyên Tirkiyê ku duh yekşemê li nav axa Lîbiyayê hatibûne girtin, îro duşemê hatine berdan.
Eva li halekê ye ku Ehmed Mesmarî berdevkê hêzên bin fermana Xelîfe Hefter qumandê grûpa nasyar bi artêşa netewî ya Lîbiyayê li press konferansa xwe ya duh yekşemê, daxûyaniya wezareta karên derve yê Tirkiyê ku ragihandibû 6 welatiyên vî welatî li Lîbiyayê hatibûn girtin ret kir.
Fuad Uktayî alîkarê serokkomarê Tirkiyê jî li daxûyaniya xwe ya îro bilî hişyarîdana bi hêzên Xelîfe Efter ragihand ku pêwîste ewna welatiyên Tirkiyê yên ku li Lîbiyayê hatine girtin azad bikin û destnîşan kir ku eger rudawên wiha li nav Lîbiyayê dubare bibin, Tirkiye dê bi giranî sebebkarê girtina welatiyên Tirkiyê li Lîbiyayê siza bike.
Grûpa nasyar bi artêşa Netewî ya Lîbiyayê bi qumandihiya Xelîfe Efter bi palpiştiya Erebistan, Misr û Mîrnişînên Erebî ser rojhilata Lîbiyê bi desthilate û li van çend mehên bihurî ber bi bakûra Lîbiyê ber bi pêş diçe.