Tirkiyê hêzên ser bi Xelîfe Hefter li Lîbyayê hişyar kirin
Alîkarê Serokomarê Tirkiyê tevî hişyarkirina hêzên nasyar bi Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê bi fermandetiya jeneral Xelîfe Hefter, daxwaza azadkirina herî lezgîn a welatiyên revandî yên Tirkiyê li vî welatî kir.
Li gorî rapora IRNAyê, Fuad Oktay, Alîkarê Serokomarê Tirkiyê roja Duşemiyê bi weşandina daxûyaniyekê têkildarî revandina welatiyên Tirkiyê li Lîbyayê ji aliyê hêzên ser bi Xelîfe Hefter ve, got: Eger ewna bilez neyên azadkirin, kesên ku ev kar kirine wek armanc tên zanîn û dê dûhatên giran li benda wan bin.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê şeva buhurî ragihand ku Hêzên nasyar bi Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê bi fermandetiya Xelîfe Hefter, şeş welatiyên Tirkiyê li Lîbyayê dîl girtine.
Van hêzan her wiha firokeyeke bêfirokevan a artêşa Tirkiyê li Lîbyayê xistine xwarê.
Berdevkê Fermî yê Hêzên nasyar bi Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê bi fermandetiya Xelîfe Hefter, Ehmed Mismarî fermana girtina tevahiya welatiyên Tirkiyê li Lîbyayê daye.
Wî her wiha gotiye: Fermana êrîşa li ser gemiyên Tirkiyê li avên Lîbyayê jî hatiye dayînê.
Hêzên nasyar bi Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê bi fermandetiya Xelîfe Hefter, ku bi salan bi piştevaniya Erebistan, Misir û Imaratê rojhilata Lîbyayê kontrol dikir, di çend mehên dawî de ber bi bakurê vî welatî pêş ketiye.
Ji çar salan beriya niha ve ji ber nakokiyên navebra partî û koman, Lîbya xwedana du parliman (parlimana Tibriqê li rojhilat û Parlimana Trablosê lipaytexta Lîbyayê) û du artêşan e.
Parlimana Tibriqê ji aliyê Hêzên nasyar bi Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê bi fermandetiya Xelîfe Hefter ve tê piştgirîkirin û dewleta Tifaqa Neteweyî ya Faêz Sirac ku ji aliyê Civaka Navneteweyî ve tê piştgirîkirin, li bajarê Trablosê ye.