Serokomarê Tirkiyê: Heta 10 rojên din yekem barê S400`ê dê bigihêje Tirkiyê
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan di axaftinekê de tevî amajeya bi Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400`ê ya Rûsiyê, got: Di heyama heftiyek heta 10 rojên bê da yekem barê mûşekan dê bigihêje Tirkiyê.
Li gorî rapora rojnameya Dîwarê (Duvar), Erdoxanê Serokomarê Tirkiyê di axaftinekê de tevî amajeya ser Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400`ê ya Rûsiyê, got: Ûrisan di warê perwerdehiyên lazim bona S400`an karên ciddî kirine. Kesên ku beşdarî wan dewrên perwerdehiyê bûne, bixwe fêrkarên leşkerî ne. Yanî piştî vegeriyan, dê li Tirkiyê kesên din fêr bikin. Em bi rê ketine û di heyama heftiyek heta 10 rojên din yekem varê P dê bigihêje Tirkiyê. Min ev bi aşkiratî ji Trump re got. Pûtîn jî got.
Wî her wiha derbarê firokeyên şêrr ên F35ê jî got: Me heta niha miliyarek û 500 miliyon dlar jibo berhemanîn û kirrîna van firokeyên şêrr daye. 100 firoke zêdeyî 16 firokeyên F35 dê werin Tirkiyê. Dayîna pere bi awayê rêkûpêk pêk tê. Wek mînak heftiya pêş 50 miliyon dolarê din hat dayînê. Welatê ku bi awayê rêkûpêk deynên xwe dane û bê rawestan ev kar pêk aniye, bi taybet ku welatekî hevpeyman ê stratejîk e, nabe ku ji van firokeyan bêpar be.