Erdogan: Îran. Ûrsêt û Tirkîyê wê derbarê Sûrîyê de bicivin
Tîrmeh 01, 2019 04:38 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkîyê got ku Rûsîye, Îran û Tirkîye wê di Tîrmehê de civînekê ser Sûrîyê de lidar bixin.
Ligorî rapora Televîzyona Al Mayadeenê, Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan got ku Têhran, Enqere û Moskow yê derbarê Sûrîyê de bicivin lê, negot ku ew civîna yê li ku were lidarxistinê.
Serokomarê Tirkîyê di pişkeke xeberdana xwe da jî got ku Enqere bi hîç awayekî serederîyeke erênî digel plana aştîyê ya Amerîkayê ya têkildarî rojavaya Asyayê nake.
Erdogan herwiha got ku welatê wî mideha 10 rojên bê da yê mertala mûşekî ya S-400`ê ji Ûrsêtê wergire.
Serokomarê Tirkîyê derbarê dosîya kuştina Cemal Qaşiqçî rojnamevanê rexneker ê Seûdî li Istenbolê de jî got: Hin kes gellek dirêv xerc dikin ku meseleya kuştina Qaşiqçî binixumînin.