Kardarê Iraqê bo Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê hat vexwendinê
Tîrmeh 01, 2019 03:22 Asia/Tehran
Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê, Kardarê Balyozxana Iraqê li Enqerê ban kir.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Anadoluyê, Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê, Kardarê Balyozxana Iraqê li Enqerê vexwend û pêgirî ser vîna Tirkîyê jibo domandina opêrasyonên derveyîsînorî yên dijî komên têrorîst kir.
Eva di halekî da ye ku Wezareta Karên Derve ya Iraqê Şemîyê şevê di daxûyanîyekê da êrişa balafirên cengê yên Tirkîyê ser parêzgeha Silêmanîyê ``binpêkirina aşkira ya qanûnên navnetewî`` bi nav kir û xwest ku rêz li mafê serwerîya Iraqê bê girtin û ew destdirêjî werin kutakirinê.
Balafirên cengê yên Tirkîyê Çarşema buhurî devera Kurtekê li parêzgeha Silêmanîyê dan ber bombeyan.