Ebdullah Gul: Desthilatxwazîya tam mayinde nîne
Serokomarê berê yê Tirkîyê bi lewzeke rexnekirinê got: Hikûmetên ku hemî desthilatê ji xwe ra dixwazin namînin û rêya durist dêmokirasî, mafên mirovan û serdestîya qanûnê ye.
Serokomarê berê yê Tirkîyê û endamê damezirîner ê AKP`ê Ebdullah Gul got: Desthilatxwazîya tam nikare xwe biparêze û ragire.
Ebdullah Gul ku digel çend endamên berê yên AKP`ê ji wan Alîkarê berê yê Serokwezîrê Tirkîyê Elî Babacan bi dû damezirandina partîyeke Navînrê-Lîberal e, di civîna Sazîya Hevkarîya Aborî D8`ê da got: Di hikûmetên tam-desthilatdar da, parastina hemî desthilat û iqtidarê nepêkan e.
Wî herwiha got: Welatê ku li hundur pêrgî alozîyê bûye nikare xizmetê li xwe, cînarên xwe yan cîhana islamê bike.
Ji hêla din ve Serokwezîr û Wezîrê berê yê Karên Derve Ehmed Dawûdoglu jî di axavtinekê da amajeyî encamên hilbijartinên Şaredarîya Istenbolê kir û got: Divê em bi cesaretê hemî meseleyên pêşberî xwe bixin ber nîqaşê, idî ne dema bêdengmayînê ye.
Dawûdoglu amajeyî işkesta Berbijarê AKP`ê di hilbijartinên Istenbolê bi navbera 800 hezar dengî himberî berbijarê reqîb kir û got: Berpirsê vê işkestê ew kesana ne ku bi gotin, kiryar û exlaqê xwe bingeha sîyasî ya Tirkîyê aloz kirine û hejandine.