Dewleta Tifaqa Neteweyî ya Lîbyayê: Gefa Hefter li dijî Tirkiyê, cinayeta cengê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305771-dewleta_tifaqa_neteweyî_ya_lîbyayê_gefa_hefter_li_dijî_tirkiyê_cinayeta_cengê_ye
Konseya Serokatiyê ya Dewleta Tifaqa Neteweyî ya Lîbyayê bi daxûyaniyekê tevî şermezarkirina gefa vê dawiyê ya hêzên Hefter li dijî Tirkiyê ew wek Cinayeta Cengê da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 30, 2019 14:35 Asia/Tehran
  • Dewleta Tifaqa Neteweyî ya Lîbyayê: Gefa Hefter li dijî Tirkiyê, cinayeta cengê ye

Konseya Serokatiyê ya Dewleta Tifaqa Neteweyî ya Lîbyayê bi daxûyaniyekê tevî şermezarkirina gefa vê dawiyê ya hêzên Hefter li dijî Tirkiyê ew wek Cinayeta Cengê da zanîn.

Li gorî rapora Sputnikê, Konseya Serokatiyê ya Dewleta Tifaqa Neteweyî ya Lîbyayê di vê daxûyaniyê de ragihand: Berpirsiyariya her cûre zirar û ziyanê li berjewendiyên her welatekî di nav axa Lîbyayê de, li ser milê hêzên nasyar bi Artêşa Neteweyî bi fermandetiya general Xelîfe Hefter e.

Di vê daxûyaniyê de hatiye: Gefên hêzên Hefter vexwendina bo komployê û tirsandina gel e.

Hêzên Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê vê dawiyê gef xwarine ku ewê her firoke û gemiya Tirkiyê li qada esmanî  û deryayî ya Lîbyayê bidin ber êrîşê.

Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê bi fermandetiya Xelîfe Hefter ku bi salan bi piştevaniya Erebistan, Misir û Imaratê rojhilata Lîbiyê kontrol kiriuye, di çend mehên dawî de jibo dagirkirina Trablosa paytexta vî welatî operasiyona leşkerî cih aniuye, lê heta niha ser neketiye.