Artêşa Tirkîyê dîsan Komando şandin sînorê Sûrîyê
Bi dû zêdebûna êrişên ser çeperên Artêşa Tirkîyê ku ji deverên di bin kontrola hêzên Artêşa Sûrîyê li Idlibê va pêk tên, Artêşa Tirkîyê karwanekî Komando û maşînên zêrêhpûş şande parêzgeha sînorî ya Hatayê.
Ligor rapora Ajansa Nûçan a Haber7`ê, piştî ku êrişên ser çeperên Artêşa Tirkîyê ku ji deverên di bin kontrola hêzên Artêşa Sûrîyê li Idlibê va pêk tên zêde bûn, Artêşa Tirkîyê karwanekî pêkhatî ji hêzên Komando û maşînên zêrêhpûş şande parêzgeha sînorî ya Hatayê.
Ew karwana li devera sînorî ya Kirikhanê wekî xeta sînorî ya digel Sûrîyê tevlî hejmara zêde ya hêzên Aêrtşa Tirkîyê bû.
Herî dawîyê roja Pêncşemê 27`ê Hezîranê, hêzên Sûriyê xala çavdêriyê ya jimare 10 a Aerêşa Tirkiyê li başûrê Idlibê kiribûn armanc ku di encamê de serbazekî Tirkiyê hat kuştin û 3 serbazên wî welatî jî birîndar bûn.