Walîtiya Colemêrgê: Leşkerekî Tirkiyê li şerê dijî PKKê hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305754-walîtiya_colemêrgê_leşkerekî_tirkiyê_li_şerê_dijî_pkkê_hat_kuştin
Walîtiya Colemêrgê bi weşandina daxuyaniyekê diyar kir ku Leşkerekî Tirkiyê li şerê dijî PKKê hat kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 30, 2019 08:30 Asia/Tehran
  • Walîtiya Colemêrgê: Leşkerekî Tirkiyê li şerê dijî PKKê hat kuştin

Walîtiya Colemêrgê bi weşandina daxuyaniyekê diyar kir ku Leşkerekî Tirkiyê li şerê dijî PKKê hat kuştin.

Malpera rojnama Milliyetê ya Tirkiyê li gor zanyariyên di vê daxuyaniyê de nivîsiye: Li şerê duh di navbera hêzên ewlehiya Tirkiyê û endamên PKK li devera Doganlîê ya parêzgeha Colemêrgê li başûra rojhilatê Tirkiyê, hêzekî ewlehiya vî welatî hat kuştin.

Berî vê yekê PKK jî di daxuyaniyeke xwe de diyar kiribû ku şervanên wê li Botan, Dêrsim, Xakurkê û Bedlîsê çalakî li dar xistin û 6 leşkerên Tirkiyê kuştin û li wesayîteke zirihî ya Kîrpî jî dan.

Hikûmeta Tirkiyê û PKKê ji Kanûna 2012 pêvajoya aştiyê dan despêkirin, lê belê piştî teqîna Tîrmeha 2015 li bajarê Pirsûs (Suruç) û kuştina bi dehan kesan ji sivîlên kurd di encama wê de ku hat gotin destê hikûmeta Tirkiyê tê de ye, dîsa şerê navbera hikûmeta Tirkiyê û PKK despê kir.