Trump û Erdogan têkilkdarî kirîna S-400`an gotûbêj kirin
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyip Erdogan tekez dike, ji bo kirîna sîstema mûşekî ya S-400 ji Rûsyayê, ti pirsgirêk tuneye û Serokomarê Amerîkayê jî dibêje, reng e çareyeke din ji bo wê pirsgirêkê bê dîtin.
Îro Serokomarê Tirkiyê Receb TEyîb Erdogan di civîna G-20`ê li Japonya de, bi awayekî cuda ligel Serokomarê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Rûsyayê Vladîmîr Putin civiya.
Di civîna bi Putin re, Erdogan ragihand, ti pirsgirêkek têkildarî kirîna sîstema berevanîya esmanî ya S-400 a Ûrsêtê nîne û girêbesta wan bi Rûsyayê re bicih dibe. Niha kar li ser awayê wergirtinê tê kirin û kar ber bi dawiyê ve diçin.
Berî destpêkirina civîna Eredogan, Trump ragihand, nedadperwerî li hember Tirkiyê hatiye kirin, ji ber ku dewleta serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama nehîşt sîstema Patriotê bifiroşin Tirkiyê, ji ber vê yekê ew neçar man ji dereke din mûşekên parastinê bikirin. Pêwist e bi dadperwerîyê nêzî Tirkiyê bibin.
Serokomarê Amerîkayê herwiha eşkere kir, ew ji bo serdana Tirkiyê hatiye vexwandin, lê hîna dema serdanê ne diyar e.
Trump herwiha diyar kir, reng e rêçareyek ji bo pirsa kirîna S-400 ji aliyê Tirkiyê ve bê dîtin.
Erdogan jî da zanîn: Berî Her tiştî ew hevpeymanên stretejîk in. Eva ji bo hevkariyê bes e. Ew bawer dike hevkariya wan dê berdewam bike.