Artêşa Netewî ya Lîbîyê fermana êrişa ser gemîyên Tirkîyê da
Berdevkê hêzên nasyar bi Artêşa Netewî ya Lîbîyê bi fermandetîya Xelîfe Hefter ragihand ku fermana êrişa ser gemîyên Tirkîyeyî li sînorên deryayî yên Lîbîyê hatîye dayîn.
Ligorî rapora malpera televîzyona Sky News a Erebî, Berdevkê hêzên nasyar bi Artêşa Netewî ya Lîbîyê Ehmed Mismarî vê sibê herwiha got: Fermana girtina welatîyên tirkîyeyî li Lîbîyê jî hatîye dayîn.
Berdevkê hêzên nasyar bi Artêşa Netewî ya Lîbîyê amajeyî wê yekê jî kir ku Artêşa vî welatî dê her cure geşta hewayî ya ticarî ji Lîbîyê bo Tirkîyê qedexe bike û dîyar kir: Em ê himberî her cure balafira tirkîyeyî ku bixwaze li Trablosê dakeve, wekî balafira êrişker serederîyê bikin.
Koma nasyar bi Artêşa Netewî ya Lîbîyê bi fermandetîya Xelîfe Hefter ku bi salan bi saya piştgirîya Erebistan, Misr û Imaratê li rojhilata Lîbîyê serdest bû, mideha çend mehên vê dawîyê da ber bi bakura vî welatî va pêşda çûye.