Artêşa Tirkiyê êrîşî pêgehên hêzên Sûriyê kir
Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan pêgehên Artêşa Sûriyê li Idlibê topbaran kirin.
Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê de tê gotin, ew pêgehên Artêşa Sûriyê ku ji wan ve êrîşî xalên çavdêriyê yên Tirkiyê dihate kirin, ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve bûne armanc.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê dibêje, lêdana pêgehên Artêşa Sûriyê di çarçoveya bersiva êrîşên wan hêzan bo ser xalên çavdêriyê yên Artêşa Tirkiyê de hatiye encamdan.
Zêdetirî mehekê dibe ku Artêşa Sûriyê li bakurê Hemayê û başûrê Idlibê çend caran xalên çavdêriyê yên Artêşa Tirkiyê kiribûn armanc.
Herî dawî duh Pêncşemî 27`ê Hezîranê, hêzên Sûriyê xala çavdêriyê ya jimare 10 a Aerêşa Tirkiyê li başûrê Idlibê kiribûn armanc ku di encamê de serbazekî Tirkiyê hat kuştin û 3 serbazên wî welatî jî birîndar bûn.
Hêjayî gotinê ye ku Artêşa Tirkiyê gelek ji deverên Sûriyê dagîr kirine û ji aliyê din ve li şerê li dijî hikûmeta Sûriyê alîkariya komên terorîst dike.