Artêşa Tirkiyê komandoyên xwe şandine baregeha dehem a Tirkiyê li idlibê
Hezîran 28, 2019 14:03 Asia/Tehran
Li pey êrîşa roja bihurî li ser baregeha dehem a artêşa Tirkiyê li Idlibê ku di encamê de çekdarekî artêşa vî welatî hatv kuştin, erkantiya fermandetiya hêzênçekdar ên Tirkiyê qala şandina komandoyên nû bo sînorên Sûriyê kir.
Di nûçeyên weşandî li bara hêzên çekdar ên Tirkiyê de, karwaneke leşkerî ya pêkhatî ji komandoyên artêşa Tirkiyê ji baregehên cûrbicûr ên vî welatî hevrê digel erebeyê zirêhî yên artêşa Tirkiyê bo parêzgeha Xetayê hatine şandin.
Ev karwan piştî ku giştî parêzgeha Xetayê, li nuxteya sifir a sînorê Kirîkxanê bicî bû.
Armanca şandina van hêzan xurtkirina yekîneyên sînorî li başûrê Tirkiyê hatiye zanîn.