Leşkeriyekî Tirkiyê li Idlibê hat kuştin
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar ragihand ku eskerekî vî welatî di encama êrişekê li Idliba Sûriyê hate kuştin û sê eskerên din jî birîndar bûn.
Televîziyona Sky Newsê ya Erebî ragihand ku Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar eşkera kir: Di encama êrişa komekê ser pêgeha leşkeriyên Tirkiyê de li parêzgeha Idlibê ya bkurê rojavayê Sûriyê eskerekî Tirkiyê hat kuştin û sê eskerên din ên vî welatî jî birîndar bûn.
Akar berî viya jî diyar kiribû ku bi gullên hawanê êrişî ser birca zêrevaniyê ya hêzên Tirkiyê li parêzgeha Idlibê bûye.
Di vê navberê de televîziyona El-Exbariye ya Sûriyê diyar kir ku artêşa dagîrker a Tirkiyê bi roketan çend deverên bakurê rojavayê Hemaha Sûriyê kirine hedef û hêzên artêşa Sûriyê jî di bersivê de cihê avêtina roketan kirina armanca gullebaranên xwe.
Hikûmeta Sûriyê bi caran ji hikûmetên Tirkiyê û Amerîkayê xwestine dest ji dagîrkirina axa Sûriyê berdin û ji nav axa vî welatî derkevin.