Îmamoglu wek şaredarê nû yê Stenbolê bi fermî karê xwe despê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305694-Îmamoglu_wek_şaredarê_nû_yê_stenbolê_bi_fermî_karê_xwe_despê_kir
Namzetê şaredariya Stenbolê yê Partiya Gel ya Komarî CHPê Ekrem Îmamoglu Pesendnamaa xwe wergirt û bi fermî wek şaredarê nû karê xwe da despêkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 28, 2019 07:33 Asia/Tehran
  • Îmamoglu wek şaredarê nû yê Stenbolê bi fermî karê xwe despê kir

Namzetê şaredariya Stenbolê yê Partiya Gel ya Komarî CHPê Ekrem Îmamoglu Pesendnamaa xwe wergirt û bi fermî wek şaredarê nû karê xwe da despêkirin.

Îmamoglu di dema rê û resma wergirtina pesendnamê de got: Hilbijartinên Stenbolê gelek giring in, ji ber ku bajarê wan hem navenda Tirkiyê hem jî bajarê Mezin yê Ewropayê ye.

Îmamoglu herwiha desnîşan kir ku Wan nimûneya Tekoşîna demokrasîyê bi rêvebirî ye.

Ekrem Îmamoglu ku li dewra dudiyan dîsa namzedê partiya serdest a AKPê, Bînalî Yildirim bê hêvî kir û destê wî ji şaredariya bajarê mezin yê Stenbolê birî got: Ez beri her tiştekê vê hilbijartina Stenbolê Piroz dikim. Bajarê Stenbolê bajarê heri mezin yê Tirkiyê û Ewropa ye. Navendek giringe. Jibo Demokrasiya welat, paşeroja welatê me, gavek gelek baş bû.

Îmamoglu ku bi fermî karê xwe wek şaredrê nû yê Stenbolê despê kir herweha got:Ez jî vê pesendnamê bi harikariya we, desteka we digrim. Hêvîdarîm ji îro şûnda jî hemû hilbijartinên din di vê aramî, demokrasi û azadiyê de biborin. Stenbolê Nimûneya Demokrasîyê ye. Jibo welat û gele me pîroz be.