Erdogan qqala hitmala sefera Trump bo Tirkiyê di meha din de kir
Erdoganê serokomarê Tirkiyê got: Donald Trump renge di Tîrmeha 2019an de were Tirkiyê.
Li gorî rapora ISNAyê ji zarê Reutersê, Erdoxanê serokomarê Tirkiyê ev gotin di hevpeyivînekê li Japonyayê kir. Cihê ku ew jibo beşdariya di civîna G20ê de çûye wir û renge li wir bi Donald Trump re hevdîtinê pêk bîne.
Di mehên dawiyê de kêşeyên navebra Amerîka û Tirkiyê li ser biryara Enqerê jibo kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê zêde bûye. Bi kirrîna S400ê, Tirkiye li gorî qanûnên Amerîkayê dê bikeve bin boykotan û di eynî demê de ev kirrîna dê bandorê li hevkariya du welatan û bernameya Tirkyê jibo kirrîna firokeyên Şêrr ên F35ê ji Amerîkayê bike.
Erdogan roja Pêncşemê di hevpeyivîna digel rojnameya Nîkêy ya Japonyayê got: Enqere dê ji biryara xwe ya kirrîna S400ê paşve nekişe û heta niha jî tiştek li bara sepandina boykotan ji Trump nebihîstiye.