Dadgeha Enqerê li dijî Fermana hikûmetê jibo kêmkirina desthilata şaredariyan derket
Dadgeheke Enqerê qanûnên ku ji aliyê dewletê ve hatine darêştin û li gorî wan hin desthilatên şaredariyan bi taybet li Enqere û Istenbûlê bo hikûmetê tên radestkirin, betal û bêbandor da zanîn.
Li gorî rapora Kurd Pressê, roja bihurî dadgeheke Enqerê bi hikmekî, fermna nû ya hikûmeta Tirkiyê ku li gorî wê hin desthilatên Şaredariyan bo Wezareta Jîngeh û Bajarçêkirinê dihat radestkirin, betal da zanîn.
Li gorî rapora rojnameya Kerarê, Baska 10 a Dadgeha Ticarî ya Enqerê ragihand ku fermana Hikûmetê ku dê rê bide Wezaretaxaneya navbirî di hemî projeyên guhertina bajarî li navçeyên ku serokomar an Wezaretxane diyar dikin, mudaxile bike, binpêkirina qanûnê ye.
Piştî ku partiya serdest a Tirkiyê (AKP) şaredariyên metropolên Tirkiyê ji wan Enqere û Istenbûlê ji dest dan, siyaseta kêmkirina desthilata Şaredariyan û radestkirina wan bo serokomar an Wezaretxaneyekê, wek rêbazek jibo qutkirina destê opozîsiyonnê ji çavkaniyên abûrî yên berbiçav li Şaredariyan girte ber xwe.
Li gorî rapora Ehwalê, Ferman ahikûmetî ya navbirî dfi madeyeke taybet da diyar kiriye ku radestkirina desthilatê bi awayekî be ku bikargirtin an ji karavêtinên ku Mensûr Yawaş şaredarê nû yê Enqerê li Şaredarî an kompaniyên ser bi wê pêk anîne an tîne, ji aliyê hikûmetê ve werin betalkirin.