Wezîrên berevanîyê yên Tirkiye û Amerikayê civiyan
Wezîrê Berevaniya Tirkiye Hulusî Akar li Brukselê bi Wezîrê Berevaniya Amerîkayê yê bi wekalet Mark Esper ra civiya.
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, di çarçoveya beşdariya civîna Wezîrên Berevanî yên endamên NATOyê de çû Brukselê.
Ligor medyaya Tirkiyê, Akar li Brukselê bi Wezîrê Berevaniya Amerîkayê yê bi wekalet Mark Esper re civiya. Wezareta Bervaniya Tirkiyê da xuyakirin ku di civînê de behsa girîngiya berdewamiya diyaloga aliyan hatiye kirin. Hat destinîşankirin, aliyan li ser rewşa Sûriyê, projeya firokeyên F-35 û pêwendiyên du alî danustandin kirine.
Ev hevdîtina Wezîrên Berevaniya Tirkiyê û Amerîkayê di demekê da ye ku peywendiyên Amerîka û Tirkiyê ji ber kirîna mûşekên S-400 ji Rûsyayê nakokî di navbera Amerîkayê û Tirkiyê da çêkirine.
Amerîka daxwaz ji Tirkiyê dike ku dev ji kirîna sîstema mûşekî ya Rûsyayê berde. Lêbelê berpirsên Tirkiyê jî aşkere dikin ku wan ligel Rûsyayê lihev kiriye û bi paş de gav navêjin.