Eskerekî Tirkiyê li encama pevçûnên bakurê Sûriyê hat kuştin
Hezîran 26, 2019 14:17 Asia/Tehran
Eskerekî Tirkiyê li encama pevçûnên hêzên artêşa vî welatî bi komên çekdar re li bakurê Sûriyê hat kuştin û pênc esker jî birîndar bûn.
Li gorî rapora IRIB Newsê, wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê roja Çarşmiyê bi weşandina daxûyaniyekê ev nûçeya piştrast kir û ragIhand ku ev pevçûna li navça Kîmarê ser bi bajarê Efrînê li bakurê Sûriyê qewimî.
Li gorî vê daxûyaniyê artêşa Tirkiyê navça pevçûnê bi topan dan ber êrişan.
Li vê daxûyqaniyê amaje bi hejmara kuştiyan û birîndarên muhtemel ên komên çekdar li bakurê Sûriyê nehatiye kirin.