HDP: Bila muzakirên Enqerê û PKK`ê bên destpêkirinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305648-hdp_bila_muzakirên_enqerê_û_pkk_ê_bên_destpêkirinê
Hevserokê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) xwest ku dewleta vî welatî û PKK`ê dest bi muzakirê bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 26, 2019 13:19 Asia/Tehran
  • HDP: Bila muzakirên Enqerê û PKK`ê bên destpêkirinê

Hevserokê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) xwest ku dewleta vî welatî û PKK`ê dest bi muzakirê bikin.

Ligorî rapora Rojnama Cumhuriyetê, Hevserokê HDP`ê, Sezayî Temellî got ku pirsgirêka Kurdan hela jî pirsgirêka herî girîng a sîyasî ya Tirkîyê ye û dewlet divê jibo kutakirina nakokî û pevçûnên digel PKK`ê bizvire muzakirên ku sala 2015`ê hatin sekinandinê.

Hevserokê HDP`ê herwiha got: Dema wê hatîye ku Destûra Bingehîn a Tirkîyê were serrastkirinê û ser bingeha mafên beranber ên welatîbûnê, wisa were nivîsînê ku hemî welatîyan mafên wekhev û beranber hebin.