Erdogan: Gêre û Kêşeyên li Kendava Farsê Tirkiyê jî têxe ber gefan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305625-erdogan_gêre_û_kêşeyên_li_kendava_farsê_tirkiyê_jî_têxe_ber_gefan
Serokkomarê Tirkiyê bilî rexneya ji Amerîka li Kendava Farsê çê kiriye got: Bê şik ev alûgorên ewlehiyê li ser Tirkiyê jî tesîrê dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 25, 2019 13:25 Asia/Tehran
  • Erdogan: Gêre û Kêşeyên li Kendava Farsê Tirkiyê jî têxe ber gefan

Serokkomarê Tirkiyê bilî rexneya ji Amerîka li Kendava Farsê çê kiriye got: Bê şik ev alûgorên ewlehiyê li ser Tirkiyê jî tesîrê dikin.

Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê îro sêşemê xebatên Amerîka li navçê rexne kir û got: Kêmbûna ewlehiya Kendava Farsê ser ewlehiya Tirkiyê jî tesîrê dike.

Erdogan li gotinên xwe li koma nûnerên AKP li parlemana Tirkyê ragihand: Ji meha tê dê proseya wergirtina sîstema mûşekî ya S-400 ji Rûsiyayê dê destpê bibe.

Wî bal kişande ser viya ku Enqere bona dabînkirina ewlehiya Tirkiyê ji tu welatekî biyanî îznê vernagire got: Em dê ji meha tê sîstema mûşekî ya S-400 ji Rûsiyayê vergirin û ev biryara bona dabînkirina ewlehiya Tirkiyê hatiye girtin û qet ji vê biryara xwe paşda nazivirin.