Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê bi rêberên opozosyonên re xêncî HDP hevdîtin pêk anî
Xilûsî Akar, wezîrê berevaniy yê Tirkiyê bi rêberên MHP, CHP û Îyî partiyê re hevdîtin pêk aniye ku li bernama hevdîtina wezîrên berevaniya Tikiyê bi partiyên mixalifetê yên vî welatî re, HDP wek duwem partiya Mixalifetê li Tirkiyê têde beşdar nebûye.
Li gorî rapoa Kurd Press`ê û ji zarê Haber 7 `ê Xilûsî Akar, wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê bi Kemal Kiliçdaroglu, serokê CHP( partiya Komarîxwaza Gel), Dewlet Baxçelî serokê partiya nejadperest a Tevgera Neteweyî ya Tirkiyê (MHP), Meral Akşener, serokê Îyî partiyê re hevdîtin û gotûbêj kiriye ku li bernama hevdîtina wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê bi serokê partiyên muxalifetê yên vî welatî re, HDP wek duyemîn partiya Mixalifetê li Tirkiyê tê de beşdar nebûye.
Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê li vê hevdîtinê li bara mesela kirîna sîstema berevaniya mûşekî ya S-400 ji Rûsiyê û aloziyên pêkhatî ser vê mijarê, proja berhemanîna balefirên cengê yên herî pêşketî yên F-35 û her wiha sîstema nû ya eskeriyê li Tirkiyê gotûbêj kiriye.
Hêjayî gotinê ye ku beriya vê merasimê jî li rê û resma salvegera destpêbûna şerên serbixwetiya Tirkiyê, saziya serokkomariya Tirkiyê hemî partiyên muxailifetê yên Tirkiyê xêncî HDP vexwendibûn.