Li Edenê 7 endamên HDPê hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305618-li_edenê_7_endamên_hdpê_hatin_girtin
Li bajarê Edenê di encama operasyoneke hêzên ewlekariya Tirkiyê de, 2 Zarok û 7 endamên HDPê hatin girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 25, 2019 10:22 Asia/Tehran
  • Li Edenê 7 endamên HDPê hatin girtin

Li bajarê Edenê di encama operasyoneke hêzên ewlekariya Tirkiyê de, 2 Zarok û 7 endamên HDPê hatin girtin.

Bi Fermana Serdozgeriya Komarê ya Bajarê Edenê, li vî bajarî û Antalyayê li dijî avahiyên HDPê û malên endamên wê partiyê, operasyoneke serdagirtinê hat destpêkirin.

Di serdagirtina bi ser dehan malan de, 33 endamên HDPê hatin binçavkirin, di nava wan de Rêveberê Bajarê Edene û 2 zarok hebûn.

Piştî Dadgehkirina 33 endamên HDPê, biryara girtina 7 endaman derket û 24 endamên din jî, bi mercê ku bin kontrolê de bin, hatin berdan.

Her wiha ji van 33 kesên hatibûne binçavkirin, 2 ji wan zarok bûn û ji bo girtîgeha zarokan hatin şandin.

7 endamên HDPê yên hatine girtin bi propagandeya ser xêr û kara PKKê tên tawanbar kirin.