Çavuşoglu: Em ji gef û boykotên Amerîkayê natirsin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305609-Çavuşoglu_em_ji_gef_û_boykotên_amerîkayê_natirsin
Wezîrê derve yê Tirkiyê ragehand Amerîka çi gef bixwe bila bixwe, wan mûşekên S400 kirîn e û em ji boykotên muhtemel jî natirsin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 25, 2019 06:35 Asia/Tehran
  • Çavuşoglu: Em ji gef û boykotên Amerîkayê natirsin

Wezîrê derve yê Tirkiyê ragehand Amerîka çi gef bixwe bila bixwe, wan mûşekên S400 kirîn e û em ji boykotên muhtemel jî natirsin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu dibêje, di dawiya vê mehê de li Osakayê Serokomarê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dê hev bibînin û li ser meselên wekî S-400, balafirên F-35 û pirsa Suriyê gotûbêjan dê bikin. Wezîrê Derve yê Tirkiyê tekez dike, ku wan mûşekên S-400 kirîn e û li gor ferman û gefên Amerîkayê tevnagerin.

Çavuşoglu got: “Tirkiye welatek azad û serbixwe ye û bi ferman û daxwazên Amerîkayê an jî, welatekî din tevnagere. Amerîka çi gef bixwe bila bixwe û çi bibêje bila bibêje. Me mûşekên S-400 kirine û niha em dema radestgirtinê diaxifin. Bi ti awayî em dest ji kirîna S-400an venagerin. Pêwîst e, em di zûtirîn dem de bibin xwedî sîstemên bereveniya esmanî”. 

Çavûşoglu herwiha got: Heke Tirkiye bikeve ber êrişê , Enqerê ji bo parastina xwe nikare bi hêviya NATO û hevpeymanên xwe bimîne, çûnku NATO bi tenê dikare sedî 30 ji herêma hewayî ya Tirkiyê biparêze.