Sezayî Temellî: Dema amadekirina qanûna bingehîn a ''demokratîk'' a Tirkiyê gihêştiye
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezayî Temellî, piştî raghandina encamên hilbijartinên dubarebûyî yên Stembolê bi amadebûna li navenda vê partiyê li axiftinekê ji nûçegîhanan re got: Dema amadekirina qanûna bingehîn a ''demokratîk'' a Tirkiyê gihêştiye
Li gorî rapora Kurd Press`ê, û ji zarê rojnama Evrenselê, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezayî Temellî li civîneke çapemenîyê sipasiya Kurdan û alîgirên HDP ji ber pitgiriya ji stratejiya vê partiyê li hilbijartinê kir û got: Êdî dema wê ye ku li 24 Hezîranê û dewra piştî wê binêrin. Tirkiye tişta ku hewceyî pê hebû, bi dest xistiye. Me bi caran raghandibû ku tişta ji Tirkiyê re pêwîst e, hevalbendiyeke demokraisyê ye. Niha berpirsiyariya li istûyê siyasetê eva ye. Encama herî giring a hilbijartina Stembolê hevalbendiya demokrasiyê ye. Divê Tirkiye bi zûtirkê ji rewşa aloz, cemserîbûyî û edebiyeta nefretê ku rastî wê hatiye, derkeve.
Sezayî Temellî herwiha got: Min ji vir peyamek jî bo Serokkomarê Tirkiyê heye. Hejmoniya ser parlemanê bi dawî bînin. Di yeksala buhurî de divê we dîtibe û hûn pê hesiyabin ku li vî welatî bi bîrdoziya serokkomarê partiyê nikarin riya xwe bidomînin. Divê parleman serwerîya xwe bi dest bîne. Desthilata kargêr jî divê bona peyadkirina rêçareya meselên awarte yên welêt li kabîna xwe venihêrînekê bike û li vê pêvajoyê roleka giring bilîze.