Erdogan serketina berbijarê CHP'ê lê pîroz kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305596-erdogan_serketina_berbijarê_chp'ê_lê_pîroz_kir
Serokkomarê Tirkiyê serketina Îmamoglu berbijarê Hevalbendiya Milet ji Partiya Komarîxwaz a Gel (CHP) li hilbiajrtinên şaredariya Stembolê pîroz kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 24, 2019 13:21 Asia/Tehran
  • Erdogan serketina berbijarê CHP'ê lê pîroz kir

Serokkomarê Tirkiyê serketina Îmamoglu berbijarê Hevalbendiya Milet ji Partiya Komarîxwaz a Gel (CHP) li hilbiajrtinên şaredariya Stembolê pîroz kir.

 Li gorî rapora Anadolu News`ê, Receb Teyib Erdogan li peyama xwe ya pîrozbayiyê bo Ekrem Îmamoglu daye diyarkirin, li hilbijartina 23 Hezîranê viyana  neteweyî serê xwe girt.

Ekrem Îmamoglu berbijarê hevalbendiya  Milet ji partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê jî piştî serketina li hilbijartinên roja yekşemiyê ya şaredariya  Stembolê hêvî kir ku ev hilbijartin û encamên wê bo Tirkiyê û Stembolê  bi xêr û bereket be.

Şaredarê nû yê Stembolê her wiha  sipasiya  xelkê vê metropolê bona beşdariya li hilbaijrtinê kir. Hejmartina zêde ji sedî 99 ê dengê  hilbijartinên  şaredariya Stembolê nîşan dide ku Ekrem Îmamoglu berbijarê hevalebendiya Milet ji partiya Komarîxwaza Gel bi bidestxistian sedî 54.4 dengan li vê hilbijartinê bi ser ketiye.

Bînalî Yildirim berbijarê hevalbendiya Cimhûrê ji AKP'ê jî bi bidestxistina  sedî 45.9'ê dengan piştî Îmmaoglu de cih girt.

Roja 23`yê Hezîrana 2019`an hilbijartina ji bo bijartina Serokatiya Şaredariya Stenbolê hate dubarekirin.