Sipasiya Kiliçdaroglu ji HDP, mizginîya guherîna cih û şûna kurdan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305594-sipasiya_kiliçdaroglu_ji_hdp_mizginîya_guherîna_cih_û_şûna_kurdan
Kemal Kiliçdaroglu wek serokê partiya serketiyê hilbiajrtinan li axiftinekê bo cara yekê sipasiya helwestên HDP û alîgirên vê partiyê li hilbiajrtinên şaredariya Stembolê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 24, 2019 13:14 Asia/Tehran
  •  Sipasiya Kiliçdaroglu ji HDP, mizginîya guherîna cih û şûna kurdan

Kemal Kiliçdaroglu wek serokê partiya serketiyê hilbiajrtinan li axiftinekê bo cara yekê sipasiya helwestên HDP û alîgirên vê partiyê li hilbiajrtinên şaredariya Stembolê kir.

 Hilbiajrtina 23 Hezîranê ya şareadriya metropola Stembolê hilgirê `` yekemcarên`` zav û giring li warê siyaseta Tirkiyê bû. Yekim serketina  tevgera opozosyona Tirkiyê piştî 17 salan hakimiyeta AKP'ê li Stembolê, yekim cara  ku Erdogan piştî hilbijartinekê axiftina balkonî nekir.  Yekim şaredarê ku bi bêtirî 4 milyon û 500 hezar dengan bû şaredarê Stembolê û rekorda dengên vî bajarî bi dest xist.

 Li vê nava van yekem caran, yekemcareka  din jî heye ku ji bo pêşeroja  siyasî ya  Tirkiyê û rojên pêşber pir giring e û ew jî sipasiya Kemal Kiliçdaroglu serokê CHP bo cara yekê piştî hilbijartinekê ji Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) bû.

Ev gotin li halekê ne ku  Kiliçdaroglu pêştir jî li giştpirsîya qanûna bingehîn  ku HDP pişta  vê partiyê girt û piştgirî da bereya `` Na bo guhertina qanûna bingehîn`` û heta li dewra dudiyan a hilbijartinên serokkomariyê ku HDP piştgirî da vê partiyê, sipasiya  HDP û alîgirên wê nekiribû.

 Wer tê xûyanê ku  ji ber peyamên hatî weşandinê ji aliyê HDP û nêzîkbûn û hevkariya  alîgirên  van du partiyan li rojên buhurî, peywendiyên  CHP bi HDP re dê derbasî qonaxeka  nû bibe û diqewime pêvajoya  ber bi sala 2023` an peywendiyên kûrtir navbera van du partiyan pêk were.

Ger çi cihgirtina Îyî partiyê  li kêleka  CHP, berbendeka cidî ye bo hevkariya  kûrtir  bi HDP re , lê alûgureka giring  a din ku li rojên  beriya  hilbijartinan me dîtin dê  bandorê ser vê meselê bikin.

 neşopandina daxwaza  Ebdullah Ocalan  rêberê hewskirî yê PKK  derheq bêalîbûna  li hilbijartinên  Stembolê ji aliyê HDP û îsrara  ser piştgiriya vê partiyê ji berbijarê opozosyon, hegereka giring li guhertina  cih û şûna vê partiyê li cem netewexwazan û helbet Komarîwazan be.