Imamoglu: Idî li Istenbolê dê wateya kêmîneyê nemîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305586-imamoglu_idî_li_istenbolê_dê_wateya_kêmîneyê_nemîne
Şaredarê Istenbolê Ekrem Imamoglu piştî serketina di hilbijartina dubare ya şaredarîya vî bajarî da li devera Beylikduzû ya Istenbolê di nava pêşwazîya berfire ya gel li axavtina xwe ya li balkonê got: Idî li vî şarî dê wateya kêmîneyê nemîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 24, 2019 08:09 Asia/Tehran
  • Imamoglu: Idî li Istenbolê dê wateya kêmîneyê nemîne

Şaredarê Istenbolê Ekrem Imamoglu piştî serketina di hilbijartina dubare ya şaredarîya vî bajarî da li devera Beylikduzû ya Istenbolê di nava pêşwazîya berfire ya gel li axavtina xwe ya li balkonê got: Idî li vî şarî dê wateya kêmîneyê nemîne.

Ligorî rapora Rojnama Duvarê, di wê axavtina xwe da got: Ez hejî mirovên welatê xwe dikim. Eva ku ew kî ne ne girîng e, Nasname û etnîka wan ne girîng in. Tenê mirovbûn têrê dike. Idî yê li vî şarî tiştek bi navê kêmîne tinebe.

Imamoglu herwiha got: Em dê nivşên wisan perwerde bikin ku rêzê li nirxên netewî yên her demê bigirin, piştgirîyê bidin yekperçetîya axê û perçenekirina vî welatî û di her rewşekê da basa Tirkîyeya serbixwe bikin û di eynî demî de hizrên azad û wîjdanên azad jibo pêşeroja Tirkîyê hebin.