Civata Bilind a Hilbijartinên Tirkîyê: Îmamoglu wekî şaredarê Stenbolê hat bijartinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305574-civata_bilind_a_hilbijartinên_tirkîyê_Îmamoglu_wekî_şaredarê_stenbolê_hat_bijartinê
Serokê Saziya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê di derbarê encamên hilbijartinên şaredariya Stenbolê de ragihand, piştî temambûna proseya nerazîbûnan, ew dê mazbataya şaredariyê radestî wî kesî bikin ku serketî ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 24, 2019 02:41 Asia/Tehran
  • Civata Bilind a Hilbijartinên Tirkîyê: Îmamoglu wekî şaredarê Stenbolê hat bijartinê

Serokê Saziya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê di derbarê encamên hilbijartinên şaredariya Stenbolê de ragihand, piştî temambûna proseya nerazîbûnan, ew dê mazbataya şaredariyê radestî wî kesî bikin ku serketî ye.

Serokê Saziya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê Seidî Gûven diyar kir ku li gorî encamên nefermî, berbijarê Hevpeymaniya Millet Ekrem Îmamoglu bûye serokê şaredariya mezin a bajarê Stenbolê.

Seidî Gûven got, ew dê daneyên li ber destê xwe bi partiyên siyasî re parve bikin heya ku encamên dawiyê jî bêne ragihandin.

Gûven herwiha da xuyakirin, piştî ragihandina encamên dawiyê, ew dê xelkê jî derheq tevahiya encaman agahdar  bikin ku ew jî bikarin lêkolînê di derbarê encaman de bikin.

Roja 23`yê Hezîrana 2019`an hilbijartina ji bo Serokatiya Şaredariya Stenbolê hate dubarekirin.

Di hilbijartina vê carê ya Stenbolê de 10 milyon û 560 hezar û 963 kesan mafê dengdanê hebûn û 31 hezar û 342 sindoq bo dengdanê hatibûn danîn.

Rikeberî di navbera namzedê Tifaqa Cumhur û AKP`ê Binalî Yildirim û namzedê Tifaqa Millet û CHP`ê Ekrem Îmamoglu de bû.