AKP'ê ji Wanê hilbijêr birin Stenbolê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305566-akp'ê_ji_wanê_hilbijêr_birin_stenbolê
AKP'ê saet sê şevê ji Balafirgeha Ferît a Wanê bi balafirekê du sed hilbijêr birin Stenbolê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 23, 2019 14:48 Asia/Tehran
  • AKP'ê ji Wanê hilbijêr birin Stenbolê

AKP'ê saet sê şevê ji Balafirgeha Ferît a Wanê bi balafirekê du sed hilbijêr birin Stenbolê.

Li gor lêzanînên ku medya kurdî û yên opezîsiyona hikûmeta AKPê li Tirkiyê weşandine, partiya serdest a AKP ku ji bo serketina di hilbijartina şaredariya Stenbolê de serî li her rê û rêbazê dide, ji gelek bajarên Tirkiyê hilbijêran dibe Stenbolê.

Li gorî agahiyên li Balafirgeha Ferît Melen a Wanê hatin wergirtin di nava rojê de seferê du balafiran bê sebeb hatin betalkirin û ferman hate dayin ku saet sê şevê balafirek ber bi Stenbolê ve biçe. Bi vî rengî wê du sed hilbijêrên ku beriya niha qeyda xwe derbasî Stenbolê kiribûn bibin Stenbolê. Hilbijêr bi serkêşiya Serokê AKP'ê yê Wanê Kayhan Turkmenoglû bi rê ketin.

Hate ragihandin xercên bicihbûn û xwarinê yên hilbijêran wê ji aliyê AKP'ê ve were dayin.