Serokkomarê Tirkiyê û berbijarên hilbiajrtinên şaredariya Stembolê ser sindûqên dengan hazir bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305561-serokkomarê_tirkiyê_û_berbijarên_hilbiajrtinên_şaredariya_stembolê_ser_sindûqên_dengan_hazir_bûn
Receb Teyib Erdogan, serokkomarê Tirkiyê û her wiha Bînalî Yildirim û Ekrem Îmamoglu berbijarên sereke yên hilabijartinên şaredariya metropola Stembolê bi amadebûna ser navendên denggirtinê yên curbicur dengê xwe xistin sindûqan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 23, 2019 13:21 Asia/Tehran
  •  Serokkomarê Tirkiyê û berbijarên hilbiajrtinên şaredariya Stembolê ser sindûqên dengan hazir bûn

Receb Teyib Erdogan, serokkomarê Tirkiyê û her wiha Bînalî Yildirim û Ekrem Îmamoglu berbijarên sereke yên hilabijartinên şaredariya metropola Stembolê bi amadebûna ser navendên denggirtinê yên curbicur dengê xwe xistin sindûqan.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, û ji zarê Anadolu News`ê, Receb  Teyib Erdogan, serokkomarê Tirkiyê tev hevjîna xwe Emîne Erdogan bi amadebûna li xwendingeha  Sifetçebiyê li navça Skodara Stembolê dengê xwe xistin sindûqa hejmara 3300 a vê xwendingehê.

 Serokkomarê Tirkiyê pişt re li gotûbêja bi nûçegîhanan re got: Hilbiajrtinên şaredariya Stembolê nabe wiha bihata lidarxistin lê ji ber aluguran û biryara  konseya  bilind a têkildar ev bpyera dubare tê lidarxistin. Welatiyên Stembolê dê biryara herî baş li vê barê bidin. Ji gel û berpirsên  hilbijartinan em sipasiyê dikin em hêvî dikin ku  encamên wê ji bo xelkê bi xêr û ber be.

 Her wiha berbijarên  sereke yên vê hilbiajrtinê, Bînalî Yildirim  ser bi  AKP û berbijarê hevalbendiya Cimhûr û Ekrem Îmamoglu  ser bi CHP û berbijarê hevalbendiya  Miletê jî bi amadebûna li navendên  hilbijartinê dengê xwe xistin sindûqên dengdayînê.

31 hezar û 342 sindûq bo vê hilbijartinê hatine kivşkirin û  deh milyon û 560 hezar û 963  kse dikarin beşdarê wê bibin. Denggirtin dê heya siet 17:00 bidome.