Serokkomarê Tirkiyê û berbijarên hilbiajrtinên şaredariya Stembolê ser sindûqên dengan hazir bûn
Receb Teyib Erdogan, serokkomarê Tirkiyê û her wiha Bînalî Yildirim û Ekrem Îmamoglu berbijarên sereke yên hilabijartinên şaredariya metropola Stembolê bi amadebûna ser navendên denggirtinê yên curbicur dengê xwe xistin sindûqan.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, û ji zarê Anadolu News`ê, Receb Teyib Erdogan, serokkomarê Tirkiyê tev hevjîna xwe Emîne Erdogan bi amadebûna li xwendingeha Sifetçebiyê li navça Skodara Stembolê dengê xwe xistin sindûqa hejmara 3300 a vê xwendingehê.
Serokkomarê Tirkiyê pişt re li gotûbêja bi nûçegîhanan re got: Hilbiajrtinên şaredariya Stembolê nabe wiha bihata lidarxistin lê ji ber aluguran û biryara konseya bilind a têkildar ev bpyera dubare tê lidarxistin. Welatiyên Stembolê dê biryara herî baş li vê barê bidin. Ji gel û berpirsên hilbijartinan em sipasiyê dikin em hêvî dikin ku encamên wê ji bo xelkê bi xêr û ber be.
Her wiha berbijarên sereke yên vê hilbiajrtinê, Bînalî Yildirim ser bi AKP û berbijarê hevalbendiya Cimhûr û Ekrem Îmamoglu ser bi CHP û berbijarê hevalbendiya Miletê jî bi amadebûna li navendên hilbijartinê dengê xwe xistin sindûqên dengdayînê.
31 hezar û 342 sindûq bo vê hilbijartinê hatine kivşkirin û deh milyon û 560 hezar û 963 kse dikarin beşdarê wê bibin. Denggirtin dê heya siet 17:00 bidome.