Tirkîye: 6 endamên PKK`ê li bakura Iraqê hatin kuştinê
Hezîran 23, 2019 11:59 Asia/Tehran
Wezareta Berevanîya Tirkîyê ragihand ku di dewama opêrasyona Çengê li bakura Iraqê da, 6 endamên PKK`ê hatin kuştinê.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Anadoluyê, êrişên artêşa Tirkîyê dijî hêzên PKK`ê li devera Xakurkê li bakura Iraqê didomin.
Artêşa Tirkîyê ji 27`ê Gulanê ve opêrasyonek bi navê Çengê dijî hêzên PKK`ê li bakura Iraqê destpê kirîye.
Ligorî daxûyanîya Wezareta Berevanîya Tirkîyê ji destpêka opêrasyona Çengê dijî PKK`ê ve 57 hêzên PKK`ê hatine kuştinê.
PKK û aliyên bêteref ti agahiyek li vê barê de nedeane.
Di encama êrişên Artêşa Tirkîyê ser bakura Iraqê da, gellek kes bûne qurbanî û zîyaneke berfire li zevî û mil û malên xelkê deverê ketîye.