Li 10 gundên Bitlîsê derketina derve hate qedexekirin
Hezîran 23, 2019 09:09 Asia/Tehran
Di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de walîtiya Bitlîsê li 10 gundên wê derketina derve qedexe kir.
Walîtiya Bitlîsê aşkere kir, li dorûbera gundên Tetwanê yên bi ser Bitlîsê ve hejmarek gerîlayên PKKê hatine dîtin û li dijî wan operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin.
Walîtiya Bitlîsê da zanîn, di çarçoveya operasyonê de li 10 gundên Tetwanê derketina derve hatiye qedexekirin.
Ji aliyekî din ve, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, di encama operasyona Tetwanê de heta niha 3 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.
Hîn PKKê li vê barê de ti bertekek nîşan nedaye.