Kiliçdaroglu: Nabe Demîrtaş di zîndanê de be
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu radigihîne, nabe Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş di zindanê de bimîne.
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bal kişand ser zîndanîbûna Selahattîn Demîrtaş ji ber bîr û bawerên wî yên siyasî û got: Nabe ti siyasetmedar ji ber hizrên xwe yên siyasî were zindanîkirin. Selahattîn Demîrtaş bi hinceta bikaranîna peyva Kurdistanê hatiye zindanîkirin. Lê heman peyv li Diyarbekirê ji aliyê Bînalî Yidlirim ve jî hate bikaranîn.
Kiliçdaroglu dipirse: “Ji bo çi Demîrtaş tê zindanîkirin, lê Yildirim nayê zindanîkirin? Çi karê Demîrtaşî di zîndanê de nîn e û nabe di zîndanê de bimîne.”
Berî bi nêzîkbûna roja hilbijartina şaredariya Stenbolê ku îro 23ê Hezîranê despê bû, Ji aliyê CHP û AKPê ji bo dengdêrên Kurd bikêşînin aliyê xwe, daxuyaniyên cuda û balkêş tên belavkirin.