Hilbijartina Stenbolê îro birêve diçe
Îro hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê cardin birêve diçe amadekariyên birêveçûna hilbijartinê temam bûne û sindoq û pisulayên dengdanê hatine amadekirin.
Di hilbijartina îro de 10 milyon û 560 hezar û 963 kesan mafê dengdanê heye, dengdan dê li gorî lîsteya dengderan ya hilbijartina 31 Adarê birêve biçe. Namzed;n vê hilbijartinê ji partiya serdest a AKPê Bînalî Yildirim û ji partiya CHPê jî Ekrem Îmamoglu ye.
Necdet Gogçinar ji partiya Seadetê û Mistefa Îlker jî ji partiya Vatan di vê hilbijartinê de namzed in.
Li 39 navçeyên Stenbolê,156 binkeyên gerok bi giştî 31 hezar û 342 sindoq ji bo dengdanê hatine danîn.
Ji bo kesên nexweş yan kesên ku nikarin ji mal derkevin li tevahiya navçeya sindoqên gerok têne dabînkirin, dengdan saet 08.00 destpê dike û saet 17.00 bidawî dibe.