Hilbijartina Stenbolê îro birêve diçe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305538-hilbijartina_stenbolê_îro_birêve_diçe
Îro hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê cardin birêve diçe amadekariyên birêveçûna hilbijartinê temam bûne û sindoq û pisulayên dengdanê hatine amadekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 23, 2019 04:58 Asia/Tehran
  • Hilbijartina Stenbolê îro birêve diçe

Îro hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê cardin birêve diçe amadekariyên birêveçûna hilbijartinê temam bûne û sindoq û pisulayên dengdanê hatine amadekirin.

Di hilbijartina îro de 10 milyon û  560 hezar û 963 kesan mafê dengdanê heye, dengdan dê li gorî lîsteya dengderan ya hilbijartina 31 Adarê birêve biçe. Namzed;n vê hilbijartinê ji partiya serdest a AKPê Bînalî Yildirim û ji partiya CHPê jî Ekrem Îmamoglu ye.

Necdet Gogçinar ji partiya Seadetê û Mistefa Îlker jî ji partiya Vatan di vê hilbijartinê de namzed in.

Li 39 navçeyên Stenbolê,156 binkeyên gerok bi giştî 31 hezar û 342 sindoq ji bo dengdanê hatine danîn.  

Ji bo kesên nexweş yan kesên ku nikarin ji mal derkevin li tevahiya navçeya sindoqên gerok têne dabînkirin,  dengdan saet 08.00 destpê dike û saet 17.00 bidawî dibe.