Sîstema dadweriya Tirkiyê nekara bûye
Piştî darbeya leşkerî ya işkestxwarî ya sala 2016`an li Tirkiyê ku dewleta Enqerê gelek ji dadwer û kesên ku li sîstema dadweriyê dixebitîn ji kar derxistin, niha sîstema dadweriya Tirkiyê lawaz û bê tecrube bûye û ketiye bin kontrola dewletê.
Li gor rapora telivîzyona Deutsche Welle ya Almanê, di dîroka Tirkiyê da, qet biqasî vê dewranê zîndanên vî welata tijî zîndanî nebûne.
Piştî darbeya leşkerî ya işkestxwarî yasala 2016 li nav Tirkiyê, nîzikî 4 hezar dadwer ji nav sîstema dadweriyê hatine derxistin û kesên din yên ku bawerî bi Erdogan hebûn li dewsa wan karê xwe destpê kirin ku qet wan tecrubeyek tunebû.
Metîn Fêyzî Oglu serokê saziya parêzerên Tirkiyê dibêje: Heda navîne tecrubeya 14 hezar dadwer li Tirkiyê du sal û nîve û gelek ji wan tirsûnekin û nikarin bibaşî qanûnê icra bikin.
Meha bihurî Erdogan serokkomarê Tirkiyê behsa hinek guhartinan li nav sîstema dadweriya vî welatî kir ji bo vê yekê ku xelkê Tirkiyê baweriyê vê vê sîstemê bînin û helbet hedefa dine vê guhartinê jî hêsankarî ji bo xebata sermayeguzaran li nav Tirkiyê bûye.
Erdogan li gotinên xwe yên nav koma karbidestên dadweriya Tirkiyê li Koşka serokkomariyê ragihand: Ev reformên ku qirare di nav sîstemên dadweriyê werin îcrakirin pirtir ji bo xizmeta bi gel, dabînkirina serxwebûna dadweriya Tirkiyê û îcrabûna îdaletê û kêmbûna demajoya mehkemekirinê ye.
Her çend Erdogan ev gotinên hanê li koma karmendên sîstema daweriya Tirkiyê da anîne ziman lê gelek ji pispor û karzanên daweriyê bawerin ku Her çiya ku di nav sîstema dadweriya Tirkiyê da îcra dibe berovajî ji van gotinên Erdoganin , Fêyîsel Ok serokê saziya lêkolînên hiqûqî û medyayî li Tirkiyê dibêje: Tenê desthata van cure gotinên Erdogan evaye ku ewna bi xwe jî qebûl dikin ku sîstema dadweriyê li nav Tirkiyê lawaz e.
Helbet Erdogan li destpêka ku li nav Tirkiyê qudxret girte destê xwe hinek alûgor di nav sîstema dadweriya Tirkiyê da çê kirin ku bûye sebeba rezamendiya Yeketiya Ewrûpa ku ji van reforman em dikarin hilanîna sêdaredanê ji nav proseya sizadanê û hilanîna proseya sê qunaxî ya mehkemekirinê ku pêk hatibû ji qunaxa destpêkê dadgeh, qunaxa dudyan dadgeha venêhrînê û qunaxa kutahiyê jî dadgeha bilind bû.
Muhemed Elî Kolat birêveberê navenda lêkolîna siyasî li Tirkiyê dibêje: Niha ji ber siyasetên dewleta Erdogan gelek ji xelkê di nav zîndanan dane bi curekê ku hejmara zîndaniyan roja îro li qiyas digel 17 sal berî niha ku AKP`ê qudret girte dest 5 beranber bûye û herî kêm 15 milyon kes ji xelkê Tirkiyê li van salana seredana dadgehan kirine ji bo dosiyeyên dadweriyê û herî kêm ji bo 7 milyon û nîv ji xelkê Tirkiyê jî dosiyeyên kêyferî hatine derxistin û dema kutabûna dosiyekê li dadgehên Tirkiyê 16 car dirêjtir ji Amerîkaye .
Niha tirsa ji mehkemeya sîstema dadwerî û zanîngehî Tirkiye rastî kirîzan kiriye û bê tecrubebûna dadweran û û deyîndarbûna van dadweran bi Erdogan bûye sebeb ku dadwer hertim teslîmî biryarên dewleta AKP`ê bin ku eva derbeyek girane ku li dadwerî û îdaleta nav Tirkiyê dikeve.