Sibê, Hilbijartina Şaredarîya Istenbolê dê were lidarxistinê
Gelê Istenbolê dê sibê Yekşem 23`yê Hezîranê jibo cara duyem bera xwe bide sindoqên dengdanê ta ku ji nav berbijarên CHP û AKP`ê yekî wekî Şaredarê bajarê mezin ê Istenbolê hilbijêrin.
Piştî ragihandina biryara Civata Bilind a Hilbijartinên Tirkîyê ya ibtalkirina encamên hilbijartina 31`ê Adarê ku bi hegera nerazîbûna AKP`ê bû, şarê istenbolê bi nifûsa xwe ya 15 milyon kesî dê sibê 23`yê hezîranê careka din bera xwe bide sindoqên dengdanê ta ku an berbijarê CHP`ê Ekrem Imamoglu yan jî berbijarê AKP`ê Binelî Yildirim wekî şaredarê vî şarî mezin hilbijêre.
Serokomarê Tirkîyê û Serokê AKP`ê Receb Teyîb Erdogan duh di axavtinekê li Istenbolê da got ku berbijarê CHP`ê Ekrem Imamoglu mirovekî bêpilan e û xwest ku xelkê Istenbolê piştgirîyê bide berbijarê AKP`ê Binelî Yildirim.
Eva di halekî da ye ku ligorî encamên rapirsîyên herîdawîyê, berbijarê CHP`ê li pêş berbijarê AKP`ê ye.