Desteyeke Civata Ewrûpayê dê îro seredana Tirkîyê bike
Hezîran 22, 2019 11:08 Asia/Tehran
Desteyeke Konseya Ewrûpayê dê berî hilbijartinên Şaredarîya Istenbolê seredana Tirkîyê bike û bi endamên Civata Bilind a Hilbijartinên vî welatî, dîplomatên bîyanî û nunerên sazîyên sivîl ra li Enqerê hevdîtin û gotûbêjê pêk bîne.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Haber7`ê, ew desteya bi serokatîya parlimanterê ingilîsî yê Konseya Ewrûpayê dê sibê Yekşemê li Istenbolê çavdêrîyê ser demajoya dengwergirtin û hejmartina dengan bike û yê proseyê hilkolîne û wê roja piştî hilbijartinan jî di civîneke çapemenîyê raporekê bide raya giştî.
Hilbijartina Şaredarîya Istenbolê dê ji hêla 9 endamên Civata Ewrûpayê û 5 personelên idarî yên Civata Ewrûpayê û çavdêrên ewrûpî va were nirxandinê.