HDP: Istiratêjîya me naguhere, em dê pişta berbijarê CHP`ê bigirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i305516-hdp_istiratêjîya_me_naguhere_em_dê_pişta_berbijarê_chp_ê_bigirin
Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) himberî nameya ku tê gotin ya Serokê PKK`ê ye, bertek nîşan da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 22, 2019 03:42 Asia/Tehran
  • HDP: Istiratêjîya me naguhere, em dê pişta berbijarê CHP`ê bigirin

Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) himberî nameya ku tê gotin ya Serokê PKK`ê ye, bertek nîşan da.

Bi dû belavbûna nameya ku tê idiakirin ya Ebdullah Ocalan Serokê PKK`ê ye û wî têda şîret li HDP`ê kirîye ku di hilbijartinên 23`yê Hezîranê de bêalî be, HDP`ê ragihand ku dê istiratêjîya xwe ya piştgirîya ji berbijarê CHP`ê Ekrem Imamoglu neguherîne.

HDP`ê di daxûyanîya xwe da herwiha ragihand: Gotinên Ocalan heta nika ligorî istiratêjîya vê partîyê bûne û Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan bi hewildaneke ji ber asêbûn û neçarîyê lê digere HDP û PKK`ê derxe himberî hev.

Duh ajansa fermî ya nûçan a hikûmeta Tirkiyê Anadoluyê nûçeyek belav kir û têde ragihand, ku Serokê Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Munzur a Dêrsimê, Dr Ali Kemal Ozcan serdana rêberê girtî yê PKK`ê Abdullah Ocalan li girtîgeha Girava Îmraliyê kiriye û Ocalan di vê hevdîtinê de nameyek daye wî.

Li gorî wê nûçeyê, Dr Ali Kemal Ozcan piştî vegera ji hevdîtinê got ku Ocalan di namya xwe de bang li HDP`ê dike ku di hilbijartinên 23`yê Hezîranê yên ji bo Şaredariya Stenbolê de bêalî bimîne.