YE`yê gefa boykotê li Tirkîyê xwar
YE`yê hişyarî da Tirkîyê ku heke karê peydakirina neqanûnî ya gazê li perravên Qibrisê ranewestîne, yê bikeve ber boykotên wê yekitîyê.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Fransayê, serokên YE`yê şeva buhurî di daxûyanîya dawîya roja yekem a Civîna Brukselê da bîrkolandina neqanûnî ya Tirkîyê li perravên Qibrisê şermezar kirin.
Di wê daxûyanîyê da hatîye: Enqerê hîç bertekek nîşanî hîşyarîdayînên berdewam ên YE`yê nedaye û endamên wê yekitîyê ji konsolxane û Dayra Sîyaseta Derve ya YE`yê xwestin ku bêyî derengî tivdîrên pêwîst di vî warî da bikin.
YE`yê di daxûyanîya xwe da ragihand ku çavdêrîyê ser karên Tirkîyê dike û bi hevdengîya digel Qibrisê wê bersiveke guncav bide Enqerê.
Eva di halekî da ye ku Wezareta Av û Ceryanê ya Tirkîyê duh di merasima şandina duyemîn gemîya keşfê ya vî welatî da, lêkolîna bo derxistina gazê ya ku ji çend mehan berî niha ve destpê kirîye, mafê rewa yê Enqerê zanî.