Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gehişt Tirkiyê ji bo hevdîtina Erdogan
Hezîran 21, 2019 11:02 Asia/Tehran
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beriya gihişte Stenbolê. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi bangawaziyeka fermi Nêçîrvan Barzanî vexwendibû Tirkiyê.
Nêçîrvan Barzanî wê ligel Serokomarê Tirikiyê bicive.
Serokomarê Tirkiyê ji medyaya welatê xwe ra aşkere kiribû Nêçîrvan Barzanî weke mêvanekî wî yê taybet wê serdana Tirkiyê bike.
Nêçîrvan Barzanî pişî hilbijartina weke Serokê Herêma Kurdistanê serdana xwe ya yekem bo Tirkiyê encam da.
Erdogan di bernameya televîziyonî dedesnîşan kir ku Nêçîrvan Barzanî eva demeke dirêje ku nehatiye Tirkiyê, Piştî ku ew bû serokê Herêma Kurdistana Iraqê ji me xwestibû ku em wextekê ji bo hevdîtina bi me re berçav bigirim ku niha ew dem gihêştiye.