Erdogan: Di anketan ser encama hilbijartinê de ez komployekê dibînim
Ji ber ku Anketên Hilbijartinê ya şaredariya Stenbolê bi piranî serkevtina namzedê CHPê pêşbînî kirine, eva bûye sedema hêrsbûna serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û ew dibêje: "Ez êdî bi tu awayî ji van anketan bawer nakim, di anketan da êdî ranteke gelekî mezin heye."
NTV ya Tirkiyê ragihand ku serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di çend rojên berî hilbijartina dubare ya şaredariya Stenbolê de zêdetir ji destê wan şirketên anketan ên nêzîkî hikûmeta xwe nerahet e ku piraniya wan dibêjin li gorî anketên ku encam dane wê namezdê muxalif anku yê CHP serkeve. Ji ber vê yekê Erdogan dibêje:"Ez êdî bi tu awayî ji van anketan bawer nakim, di anketan da êdî ranteke gelekî mezin heye."
Erdogan got "Namzedê CHPyê jixwe hemû gotina xwe li ser derew û takiyeyê ava kiriye." û ev gotin: "Ji bo ku derewên wî dernekevin holê êdî du rojên krîtîk rayedarên li piştî wî biryara derneketina televîzyonê sitandin ku ev di rastiyê da revek e, edetekî FETOyê ye."
Erdogan di dewama van nerizamendiyên xwe de herwiha got: Encama hilbijartinê roja yekşemê bi zelaliya tam wê were ragihandin û biryara dawiyê wê şeva yekşemê were dayîn. Her encamek ku çê be bila bibe, emê wê encamê bipejirînin.
Li hilbijartina 31 Adarê namzedê CHP Ekrem Îmamoglu li hemberî namzedê partiya serdest a AKP serket, lê belê vê partiyê û Erdogan encama wê nepejirand û ji Civata Bilind a Hilbijartinê xwest ku wê îbtal bike û hilbijartin dîsa were lidarxistin.